“Malbata te heye?”
“Do you have any family?”
“Belê, mêrê min û du keç û kurekî min hene.”
“Yes, my husband and I have two daughters and a son.”
“Du keçên min jî hene, lê min dev ji hevserê xwe berdaye.”
“I also have two daughters, but I’m divorced.”
“Keçên te çend salî ne?”
“How old are your daughters?”
“Mina çar salî ye. Ew diçe pêşdibistanê. Miriam deh salî ye, ji ber vê yekê ew diçe dibistanê.”
“Mina is four years old. She goes to preschool. Miriam is ten, so she goes to school.”
“Zarokên min hemû diçin dibistanê. Kurê min dê sala bê mezûn bibe.”
“All of my children are in school. My son will graduate next year.”
“Ew pırxweş e! Ew qas zû mezin dibin. Ew dixwaze paşê çi bike?”
“That is great! They grow up so fast. What does he want to do afterwards?”
“Ew dixwaze karekî peyda bike, lê ez jê re dibêjim divê li şûna wî biçe zanîngehê.”
“He wants to get a job, but I tell him he should go to university instead.”
“Ev fikreke baş e. Ez jî hêvî dikim ku zarokên min rojekê biçin zanîngehê.”
“That’s a good idea. I also hope my children will go to university someday.”